Li Hollandayê bi boneya 21ˊê Sibatê kartpostalên Kurdî ji partiyan re hatin şandin

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê kartpostalên Kurdî û Hollandî ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, dêr û zanîngehên li Hollandayê hatin şandin.

Li Hollandayê bi boneya 21ˊê Sibatê kartpostalên Kurdî ji partiyan re hatin şandin
22 sibat, 2026   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hollandayê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê kartpostalên Kurdî û Hollandî ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, dêr û zanîngehan hatin şandin.

Organîzatoran diyar kir ku ew bi kampanyayê re tenê balê nakşînin ser girîngiya zimanê dayikê, di heman demê de armanc dikin ku ziman, nasname û çanda gelê Kurd were naskirin. Di peyama çarçoveya kampanyayê de wiha hate gotin, “Zimanê dayikê mafek e. Nasname naye înkarkirin.”

Di kartpostalan de banga ji bo naskirina statuya Rojava hate kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ziman, nasname û statu nabe ji hev were cudakirin.

Hate diyarkirin ku armanca bingehîn a amadekirin û şandina qertan bihîstina deng û mezinkirina piştevaniyê ye.