Li Minbicê merasîma xiyabî û şehîdek hat oxirkirin

Şêniyên kantona Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hesen Xidêr oxir kir û ji bo zaroka şehîd Fereh El Berho merasîma xiyabî li dar xist.

29 cotmeh, 2024   19:46
MINBIC

Şêniyên kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê û desteyên wê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Jinan û hêzên Cebhet El Ekrad, xet û meclisên sivîl û rûspiyên eşîran li goristana şehîdan a kantonê kom bûn û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hesen Xidêr oxir kir.  Hesen Xidêr dema li ser erka xwe ya parastina ewlehî û îstîqrara herêmê bû, şehîd bû. Di heman demê de ji bo zaroka şehîd Fereh El Berho merasîmeke xiyabî hat lidarxistin. Fereh El Berho di 24ʹê Cotmehê de di encama hedefgirtina mala malbata wê ya li gundê Qebqeb El Beniyê de şehîd bû.

Li goristanê merasîma xiyabî ya zarok Fereh Berho hat lidarxistin. Şehîd Fereh di 24'ê Cotmehê de di topbarana dewleta Tirk a dagirker de ya li dijî xaniyê malbata wê ya gundê Qubeb El Buniye, şehîd bû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Ela El Elî berxwdana şêniyan a li hemberî êrişan û parastina destkeftiyên şehîdan silav kir.

Hevserokê Desteya Hundirîn a kantonê Ehmed Xelîfe destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li dijî herêmê armanc dike ku şêniyan bide koçberkirin û mozaîka civakê têk bibe. Xelîfe got: "Em soz didin gelê xwe ku em ê rêya şehîdan bişopînin."

Piştre xalê zaroka şehîd Fereh El Berho, Hisên Elî li ser nave malbatê axivî û got: "Gunehê zaroka 11 salî ya ku weke navê xwe şadî belav dikir û bi qetilkirina wê şadî jî çû, çi bû. Em bang li tevahî cîhanê dikin ku van êrişên bêserûber ku zarokên me qetil dikin bi dawî bike û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me bisekinînin."

Di dawiyê de wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin û şehîd Hesen hat oxirkirin.

(mh/fr)

ANHA