Di nava çeteyên li Serêkaniyê de şerekî dijwar derket

Di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li taxên bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê şer û pevçûnên dijwar derketin.

Di nava çeteyên li Serêkaniyê de şerekî dijwar derket
14 tîrmeh, 2025   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Serêkaniyê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 2019ˊan de hatiye dagirkirin, şerekî dijwar di nava çeteyên El Hemzat û Sultan Murad de derket.

Ji ber tiştên hatine dizîn û ferzkirina desthilata xwe li taxan, di derengiya şeva duh de çete bi hev ketin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên ji bajêr, her du aliyan çekên sivik û guleyên hawinan bi kar anîn, bi wê re di nava welatiyan de tirsek çêkir.

Der barê zirarên ji ber şer û pevçûnan çêbûne de tu agahiyên rast nehatin bidestxistin.

Şerê çeteyan û binpêkirinên li dijî sivîlan li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê zêde dibin, ew jî zehmetiyên şêniyan zêde dike û gefan li îstîqrarê dixwe.

(fr)