Li  Hesekê û Til Temirê Cejna Ekîto hat pîrozkirin

Pêkhateya Suryanî ya Aşûrî û pêkhateyên din ên bajarên Hesekê û Til Temirê yên kantona Cizîrê Cejna Ekîto pîroz kir û teqezî bi pêkanîna aramiyê bi rêya diyaloga nîştîmanî ya bi beşdariya hemû pêkhateyan, da.

1 nîsan, 2025   17:28
HESEKÊ

Komîteya Koordînasyon û Şêwirê ya Partiyên Neteweyî ya Sûriyeyê bi boneya Cejna Ekîto (sersala Suryanî ya Aşûrî ya 6775'an) li gundê Til Werdiyat ê gundewarê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de şandeya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed pêk hat, şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê ku ji hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed pêk hat û bi sedan şêniyên bajarên Til Temir û Hesekê û hêzên leşkerî beşdar bûn.

Di serî de nûnera Partiya Aşûrî ya Demorkatîk Hîbe Asye bi peyamekê Cejna Ekîto li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê pîroz kir û di peyama xwe de got: "Em helwesta xwe ya avakirina dewleteke sivîl û demokratîk ku hemû pêkhateyên xwe qebûl bike û azadî, wekhevî û edaletê ji bo hemiyan misoger bike, dubare dikin. Pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyeyê bi rêya diyalogeke nîştîmanî tên pêkanîn."

Endamê Sekreteriya Giştî ya Rêxistina Aşûrî ya Demorkatîk a herêma Hesekê û Xabûrê Nebîl Oşana bi peyamekê Cejna Ekîto pîroz kir û diyar kir ku siyaseta yekalî û paşguhkirinê tu carî yekitiya Sûriyeyê pêk nayne, berovajî ew zordariyeke nû dide avakirin.

Di dawiya şahiyê de komên Yekitiya Ciwanên Aşûrî, Ciwanên Partiya Demokratîk a Aşûrî, Ebdulmesîh Qoraşî a Koralê û Saziya Îlyas Hena a Biçûkan, berhemên hunerî pêşkêş kirin.

(mh)

ANHA