Nûrî Şêxo: Ev peyman mafên hemû welatiyan misoger dike

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo girêdayî peymana bi desthilata Şamê re diyar kir ku ev peyman mafên hemû welatiyan misoger dike.

Nûrî Şêxo: Ev peyman mafên hemû welatiyan misoger dike
1 nîsan, 2025   18:56
HELEB
Mihemed Ebdo

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi desthilata Şamê re peymanek îmze kir. Peyman ji 14 xalên sereke pêk tê .

Der barê mijarê hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Nûrî Şêxo re ji ajansa me ra acivî.

Di serî de Şêxo Cejna Remezanê li tevahî gelê Sûriyeyê pîroz kir û da zanîn ku îmzekirina vê peymanê berhema danûstandinên 2 mehên dawîn bû.

Şêxo got ku ev peyman di vê qonaxê de girîng bû û ew ê rê li ber pêkanîna aştî û aramiya şêniyan veke û got: "Di demeke kurt de em ê komîteyên pispor ji bo şopandina pêkanîna xalên peymanê ava bikin û danûstandinên ji bo peydakirina çareseriyên domdar bidomînin."

Şêxo diyar kir ku di encama vê peymanê de mafên şêniyan ên di hemû aliyan de werin misogerkirin û nûnertiya wan di meclisa bajarê Helebê de dê were kirin.

Şêxo destnîşan kir ku ev peyman ê pêşî li hewldanên derxistina fîtne û dabeşkirinê di nav civaka Sûriyeyê de, bigire.