Li Hesekê û Helebê Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Xelkê Helebê û navçeya Til Temirê Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan bi bîr anîn û got têkoşîn û vîna wan a azad hişt ku jin li ser rêça wan bimeşin ku azadiya xwe bi dest bixin.

6 ÇILE, 2024   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salavegera 11′emîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê de ku di encamê de Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan şehîd bûbûn, rêzeçalakiyên bîranînê tên lidarxistin. 

HELEB

Nivîsgeha Jin a saziyên civaka sivîl li hola 8′ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê semînerek li dar xist.

Di civînê de endamên saziyên civaka sivîl beşdar bûn. Endama rêvebera saziyên civaka sivîl Klara Adsa semîner bi rê ve bir. Klara sedemên hedefgirtina şehîd Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan ji hêla îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ve anîn ziman û wiha got: "Ya yekemîn ji ber ku jin e û ya duyemîn jî ji ber ku Kurd e û di têkoşîna xwe de xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan."

Klara wiha domand: "Ji ber ku civaka Kurd zulm red kir û biryara teqandina li hember wê daye, rejîmên desthilat li dijî Kurdan disekinin. Şehîd Sakîne ev şoreş û teqîn bi rê ve bir. Wê ji jinan re bi vîna xwe ya azad rêya azadiya xêz kir, ruxmî ku di girtîgehê desthilatên Tirk ew êşkence dikir. Lê bi cesareta xwe bû pêşeng û îsbat kir ku şeref û rûmet ne di bedena jinê de ye, lê di axê de ye."

Dûre sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Sakîne û destkeftiyên wê hate pêşkêşkirin.

HESEKÊ

Nivîsgeha Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk a Hesekê li Til Temirê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi beşdariya bi dehan xelkê navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî civînek li dar xist.

Di civînê de endama nivîsgehê Ahîn Elî axivî û got di şexsê pêşeng Sakîne û hevrêyên wê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin.

Ahîn diyar kir ku sala 2023′yan saleke tije êş û komployên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo sekna li hember van komployan divê em nirxê bidin fedakariyên şehîdên xwe."

Merasîm bi diruşmêna ′Jin, Jiyan, Azadî′ û ′Bê serok jiyan nabe′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA