Li Hesekê Suryanan xwepêşandan bi rêxistin kir

Pêkhateya Suryan li pêşiya avahiya parêzgeha Hesekê xwepêşandan organîze kir. Pêkhateya Suryan xwestin destûra Sûriyeyê were sererastkirin û qanûnî hebûna wan qebûl bikin.

Li Hesekê Suryanan xwepêşandan bi rêxistin kir
Li Hesekê Suryanan xwepêşandan bi rêxistin kir
Li Hesekê Suryanan xwepêşandan bi rêxistin kir
Li Hesekê Suryanan xwepêşandan bi rêxistin kir
Li Hesekê Suryanan xwepêşandan bi rêxistin kir
Li Hesekê Suryanan xwepêşandan bi rêxistin kir
Li Hesekê Suryanan xwepêşandan bi rêxistin kir
23 hezîran, 2026   15:06
HESEKÊ

Bi dehan ji pêkhateya Suryan bi cil û bergên xwe yên gelêrî li bajarê Hesekê li pêşiya avahiya parêzgehê derketin xwepêşandanê. Di xwepêşandanê de pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Em ji hikumeta Sûriyeyê dixwazin ku nasnameya gelê Suryan nas bike û mafên wan bide”, “Zimanê suryanî bibe zimanekî fermî li Sûriyeyê”, “Suryanî yek ji zimanê dîrokî yê Sûriyeyê ye”, “Suryaniyan navê Sûriye da Sûriyeyê û divê di destûrê de fermî were naskirin” bilind kiribûn.

Di xwepêşandanê de endamê Desteya Rêveber ê Partiya Yekitiya Suryanî Gabriel Şîmon axivî û got: “Em ji bo mafên xwe yên neteweyî, siyasî, çandî derketin xwepêşandanê. Ev mafên me yên rewa ne û yek ji pêkhateyên ku hewldan nasnameya Sûriyeyê ava bikin.”

Şîmon da zanîn ku wan bi parêzgarê Hesekê re hevdîtin kiriye û parêzgar dê daxwazên wan bigihîne serokê hikumeta demkî.

Di dawiya axaftinê de Şîmon got li dewletê nûjen çand û zimanê gelan tê qebûlkirin û bang kir ku destûra Sûriyeyê were sererastkirin û destûreke garantiya mafên hemû pêkhateyan bide, were nivîsandin.

Di dawiya xwepêşandanê de cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed El Hilalî got ew ê daxwazên pêkhateya Suryan bigihînin serokê hikumeta Sûriyeyê.

(np)

ANHA