Li Hesekê siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin

Li bajarê Hesekê di panelekê de guhertinên siyasî yên li herêmê û cîhanê û bandora wê li ser siberoja Sûriyeyê hate gotûbêjkirin.

Li Hesekê siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Li Hesekê siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
18 cotmeh, 2025   22:30
HESEKÊ

Yekîtiya Rewşenbîran li Kantona Cizîrî û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li bajarê Hesekê panelek bi sernavê  "Rewşa Siyasî û siberoja Sûriyeyê" li dar xistin. Panel li Bexçeyên Xwendinê yê bajêr bi beşdariya komek rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin.

Panel bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre endama desteya Serokatiyê ya PYD Sama Bekdaş, li ser rewşa siyasî li qonaxa heyî û guhertinên jeopolîtîk ên li herêmê axivî. Bekdaş destnîşan kir ku li cîhanê niha şerkeî dijwar li ser çavkaniyan, enerjiyê û pêşkeftina teknolojîk tê kirin.

Sema her wiha diyar kir ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye faktorek girîng di hevkêşeya Sûriyeyê de, û bêyî lihevhatina bi nêrîna herêmê re, ti projeyek siyasî ya nû li Sûriyeyê nayê bidestxistin.

Beşdarên panelê jî der barê siberoja Sûriyeyê û rêyên pêkanîna aramiya siyasî, nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran xwest ku civînên bi vî rengî berdewam bikin ji bo pêşxistina diyalog û hişmendiya siyasî.

(k)