127 kes ji kampa Holê derketin

Rêveberiya Kampa Holê 127 kesên dixwazin vegerin warên xwe, ji kampê derxistin û ber bi bajarên wan ve bi rê kirin.

127 kes ji kampa Holê derketin
127 kes ji kampa Holê derketin
127 kes ji kampa Holê derketin
127 kes ji kampa Holê derketin
127 kes ji kampa Holê derketin
30 tîrmeh, 2025   13:47
HESEKE

Rêveberiya Kampa Holê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NYˊyê îro komeke ji 127 kesan pêk tê ji kampê derxist û ber bi herêmên wan ve bi rê kirin.

Di komê de 127 kes hene û ber bi herêmên wan ên li Reqa, Heleb û Idlibê hatin rêkirin.

Derxistina vê komê bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser, Navenda Sûriyeyê ya Lêkolînan û bi amadebûna nûnerên Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, pêk hat.

Ev gav, di çarçoveya pabendbûna Rêveberiya Xweser bi misogeriya vegera ewle û birûmet a ji bo kesên dixwazin vegerin cihên xwe de, pêk tê.

Beriya ev kom bi rê bikeve, aliyên di vê yekê de amade, rêkeftineke fermî ku tê de bend û mekanîzmayên hevkariyê hene, îmze kir.

Der barê mijarê de serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed anî ziman ku Rêveberiya Xweser hewlên vegerandina tevahî kesên dixwazin vegerin cihê xwe didomîne û got tu bersivek ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve tune ye ku karê sûriyeyiyan dixwazin vegerin herêmên xwe hêsan bike.

(fr)

ANHA