Rûspiyên Hesekê daxwaza lêpirsîna mirina Şêx Fayiz El Namis kir

Meclisa Rûspiyan a Hesekê bi daxuyaniyekê daxwaza lêpirsîneke lezgîn û zelal li ser rewşa mirina Şêx Fayiz El Namis kir.

Rûspiyên Hesekê daxwaza lêpirsîna mirina Şêx Fayiz El Namis kir
22 gulan, 2026   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rûspiyên êla "El Sade El Boselame" û endamê Meclisa Rûspiyan a Hesekê şêx Fayiz El Namis di girtîgeheke hikumeta demkî li Şamê wefat kir. Şêx El Namis tevî kurê xwe di Nîsana 2025ˊan de bi tohmeta "berhmayên rejîmê" hat girtin, 20ˊê Gulanê di girtîgeha hikumeta demkî de mir.

Meclisa Rûspiyan a Hesekê der barê mijarê de daxuyaniyekê da û banga lêpirsîneke bilez û şefaf kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bûyera wefata şêx Fayiz El Namis fikar û metirsî di nava xelkê eşîr û herêmê de çêkir.

Meclisê diyar kir ku pêwîst e raya giştî û malbata şêx encamê lêpirsînê bizanin û bang hat kirin ku divê danûstandina bi mijarê re bi berpirsiyariyeke bilind pêk bê.

Meclisê anî ziman ku ew ê maf wergirin û rastiyê aşkera bikin û bang li şêniyan kir ku xwe ragirin û li benda encamên lêpirsînê yên fermî bin.

Di dawiyê de meclisê sersaxî ji malbata şêx Fayiz El Namis re xwest.

(fr)