Li Hesekê konferansa 1'emîn a komînan hate lidarxistin

Li bajarê Hesekê bi dirûşma ‘’Komîn bingeha avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e’’ Meclisa bajêr kenferasa 1'emîn a komînan li dar xist.

7 cotmeh, 2025   17:33
HESEKÊ

Meclisa bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê Konferansa 1'emîn a Komînan bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e" li hola Serdem li dar xist.

Di konferansê de nûnerên komîn, saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî hazir bûn.

Di serî de hevserokê Meclisa bajêr Farûq Tozo bixêrhatina beşdaran kir û got ku ev konferans xwedî girîngiyeke mezin e û bal li ser binpêkirinên hêzên "Ewlekariya Giştî" li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê kişand.

Tozo destnîşan kir ku armanc ji van binpêkirinan têkbirina yekparçeya Sûriyeyê û aramiya wê ye.

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan li ser komînan hatin xwendin û Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser hate xwendin.

Endama Desteya Hevserokatiyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif xwendineke siyasî li ser Rojhilata Navîn pêşkêş kir û diyar kir ku aloziyên heyî bi dosyayên rêyên bazirganiyê ve girêdayî ne û di wê çarçoveyê de nexşe ji nû ve tên guhartin û Sûriye jî navenda van guhartinan e.

Foza Yûsif got ku banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan alternatîfeke demokratîk ji bo şer û aloziyan pêşkêş dike û got: "Çareserî di pêkanîna diyalogê û pirrengiya siyasî de ye."

Foza Yûsif banga beşdarkirina tevahî gelê Sûriyeyê di diyalogê de ji bo sazkirina destûreke demokratîk û hevbeş kir û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo vê diyalogê amade ye.

Piştî nîqaşên beşdaran encamname wiha hat aşkerekirin:

Hemû karmendên saziyan endamên fermî yên komînan û komîteyên wan in.

Komîn di aliyê rêxistinî û rêveberî de werin çaksazkirin û pêşxistin.

Valahiyên di komîn û komîteyan de di demeke nêzîk de werin dagirtin.

(mh)

ANAH