Insaf Silêtîn: Êrişên li ser taxên Helebê lihevhatina neteweyî têk dibin

Rojnamevan û çalakvana Sûriyeyî Insaf Silêtîn diyar kir ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kiryareke plankirî ye. Insaf destnîşan kir ku êdî binpêkirin û komkujî bûne rêbazeke xeternak li tevahiya Sûriyeyê û hişyarî da ku ev êriş hewldanên lihevahtina neteweyî têk dibin û yekitiya welêt xerab dikin.

Insaf Silêtîn: Êrişên li ser taxên Helebê lihevhatina neteweyî têk dibin
8 cotmeh, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî êrişên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berdewam dikin. Derdorên siyasî û civakî van êrişan wek gefeke mezin li ser aştiya navxweyî bi nav dikin.

ÊRIŞÊN PLANKIRÎ

Rojnamevan û çalakvana sûriyeyî Insaf Silêtîn der barê mijarê de ji ajansa me re got: “Ez bawer im ku ev êriş jixweber çênebûne, lê bi plan hatine kirin û dema pêkanîna wan bi baldarî hatiye hilbijartin. Ji ber ku êriş hefteyekê piştî civîna di navbera Erdogan û Trump de pêk hat. Êrişên di vê demê de di çarçoveya pevçûnên ji bo desthilatdariyê de pêk hatin, ne wekî bûyereke ewlehiyê ya cuda ne. Ev jî nîşan dide bê ka peyman û rêkeftinên heyî çi qas dikarin xwe li ber guherînên herêmî bigirin. Ev êriş hewldana bidestxistina hin destkefiyan ji bo Tirkiyeyê ye.”

‘XETEREYA BINPÊKIRIN Û KOMKUJIYAN ERDNÎGARIYÊ DERBAS DIKE’

Insaf wiha pê de çû: "Tevî hin şîroveyên ku dibêjin serdema komkujiyan bi dawî bûye, lê ihtîmala dubarebûna komkujî û binpêkirinan hîna mezin, ne tenê ji ber dîroka komên ku îro dixebitin, lê ji ber ku hawîrdora siyasî û medyayê rê li ber rewakirina tundiyê û parastina kujeran vedike, bi yabet ji ber ku hesapirsîn tun ye. Tiştên ku berê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî qewimî bûye modelek û îro li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê dubare kirin.”

Insaf Silêtîn got: "Ya herî girîng, ev binpêkirin ne tenê bi herêmên bakur pêk hatin; me di mehên dawî dît çawa li Siwêdayê û peravê jî pêk hatin, ev tişt eşkere dike ku xeterî erdnîgariyê derbas dike û êdî bûye rêbaza birêvebirina krîzên welêt.”

‘ÊRIŞ HEWLDANÊN LIHEVAHTINA NETEWEYÎ TÊK DIBIN’

Der barê bandora van êrişan de, çalakvana sûriyeyî wiha axivî: “Ev êriş rasterast peymana 10`ê Adarê ya di navbera QSD û Şamê de têk dibin, ji ber ku ew hewldanên lihevahtina neteweyî têk dibin û yekitîya welêt xerab dikin. Peymana 10`ê Adarê li ser prensîba hevkariyê û avakirina mekanîzmayên entegrasyon û parastina yekparçeyiya axê bû, lê tiştê ku niha diqewime jîneha tawanbarkirin û gumanê çêdike.”

Insafê ev hişyarî da: "Berdewamkirina van êrişan dê baweriya civakên herêmî bi dewletê qels bike û ji bo hêzên derve hincet peyda bike ku di bin navê 'parastina sivîlan' de bêtir destwerdanê bikin. Eger peymana 10`ê Adarê neyê li ser erdê bi awayekî rast neyê pêkanîn, welat dê ber bi parçebûnê ve biçe ne ber bi yekitiyê ve.”

Insaf Silêtîn wiha dawî li gotina xwe anî: "Yekitiya Sûriyeyê bi dirûşmeyan nayê parastin, lê bi rawestandina xwînrijandinê, rêzgirtina li cihêrengiyê, û destpêkirina diyalogek neteweyî ya rastîn û destûrek nû, tê parastin.”

(k)