Li Hesekê ji bo 3 şehîdan konê sersaxiyê hate vedan

Bi dehan kesên ku çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Avaşîn Efrîn, Zozan Hemo û Şahîn hatiye vedan, soza xurtkirina têkoşînê dan.

12 ÇILE, 2025   13:58
HESEKÊ

Li Hesekê ji bo şervana YPJˈê şehîd Avaşîn Efrîn (Ezîze Idrîs Ferhand), şervanê QSDˈê Şahîn (Mihemed Ehmed Sincar) û şêniya bi navê Zozan Hemo sersaxî hat xwestin. Konê sersaxiyê li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê hat vedan.

Bi hezaran koçberên Efrînê, şêniyên bajarê Hesekê, endamên Kongra Îslama Demokratîk, Kongra Star, sazî û dezgehên cavaka sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) herikîn bin kon.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtin endama Meclisa  Malbatên Şehîdan Gulcîn Ehmê axivî.

Gulcîn diyar kir ku ew îradeya xwe ji şehîdan digirin û ev li gotinên xwe zêde kirin" Heyanî dayikek şehîdan hebe û zarokek şehîdan hebe, wê şoreşa me tu carî têk neçe. Vaye şervanên QSD'ê û YPJ'ê di çeperên berxwedanê de destkeftiyên şoreşê diparêzin. Tu carî hovîtiya dewleta Tirk neyê ji bîrkirin. Em ê her tim li hemberî dagirkerî xeta berxwedanê xurtir bikin."

Şervana YPJ'ê Hebûn Ekîn got: "Em ê heya dawiyê li hemberî dagirkeriyê şer bikin."

Bi  navê koçberên Efrîn û Şehbayê jî Gulê Mihemed axivî û diyar kir ku berdêlên azadiyê giran e û got: "Ne tenê dewleta Tirk li hemberî me şer dike, di heman demê de hêzên NATOˈyê jî şer dikin. Naxwazin  ev gel bi aramî bijî. Ji bo vê yekê divê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê li hemberî van êrişan têkoşînê bikin."

Endama PYD'ê Fatmê Hesen jî got: "Em pêkhateyên gelê Rojava yek in û bi hev re dijîn. Tu dewlet nikare  me ji hev dûr bixe."

Endama Meclisa Kongra Star a Hesekê  Cîhan Xalid jî bal kişand ser şoreşa jinan û got: "Jinan di Şoreşa Rojava de destanên lehengiyê nivîsandin. Em serbilind in ku ji neteweyeke nîvê zarokên wê şehîd e û nîvê din jî li eniyan e."

Endamê Meclisa Oldaran Mele Reşîd jî diyar kir ku wê berxwedana gel êrişên dewleta Tirk a li bendava Tişrînê û Qereqozaqê têk bibin.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Avaşîn Efrîn (Ezîze Idrîs Ferhan) 3ˈyê Çile û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şahîn (Mihemed Ehmed Sincar) 7ˈê Çileyê di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûn. Şêniya bi navê Zozan Feysel Hemo jî 8ˈê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî karwanê gel ê diçûb Bendavê Tirşînê de şehîd bû. Cenazeyên her sê şehîdan duh bi merasîmekê li Pakrewngeha Şehîd Dijwar a li Hesekê hatibûn definkirin.

 (zş/bb)

ANHA