`Ev Ax, Axa Me Ye`

Xelkê gundê Elî Şarê berxwedana şervanên di çeperên şer de silav kirin û diyar kirin ku bi saya bexwedana şervanên QSD`ê Û YPJ`ê we jiyan dikin.

`Ev Ax, Axa Me Ye`
12 ÇILE, 2025   13:38
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Xelkê gundê Elî Şarê yê li Rojhilarê bajarê Kobanê têkildarî berxwedaniya şervanên QSD`ê û YPJ`ê, nêrînên xwe ji ajansa re anîn ziman.

Osman Nasir ya ji gundê Elî Şarê berxwedana şervanên QSD’ê û YPJ’ê silav kir û got: “Bi çi dibê bila bibê em ê li gel zarokên xwe bin û nahêlin dagirkerî derbasî axa me bibe.”

Osman diyar kir ku Axa wan bi xwînê hatiye azadkirin û wiha got: “Şervanên me bi hemû awayî gelê xwe diparêzin em ê jî her tim li pişta zarokên xwe bin, em tu carî nahêlîn dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nekiran axa me dagirbikin.”

`EM Ê KÊLÎ BI KÊLÎ BI ZAROKÊN XWE RE TÊKOŞÎN BIKIN`

Ferîde Mehmûd jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her tim dixwaze mafê gelê Kurd tune bike û wiha dom kir: “Ev ax, axa me ye, wê dagirkerî nikaribe gavekê bavêje ser axa me. Zarokên me yên di çeperên şer de ji bo gelê xwe û axa me ji dagirkeriyê biparêzin.”

Ferîde diyar kir ku ew ê her kêlî bi kêlî li pişta zarokên xwe bin û pê de çû: “Hêza me şervanên me ne, em xwedî li hêza xwe derkevin heta dilopek xwîn di canê me de hebê.”

`EM Ê BIBIN QILÇIXEK Û DI ÇAVÊ DIJMIN DE BIN`

Hebeş Ismaîl jî diyar kir ku ew ê zarokên xwe tu carî bi tenê nehêlin û axaftina xwe wiha doman: “Em şervanên xwe bi tenê nahêlin, wê her tim serkeftin para zarokên me bê.”

Ismaîl destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê her tim dixwazin gelê Kurd tune bikin û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her tim dixwazin gelê Kurd tune bikin, lê em ê bibin topek di dilê  dijmin de, em xwedî hêz û vîna herî xurtir, tu carî ji êrişên dijmin natirsin.”

`BERXWEDANA ŞERVANAN HÊZ Û MORALÊ DIDIN ME`

Xeznê Mamo ya heman gundê jî wiha got: ku berxwedana şervanên di çeperên şer de hêz û moralê didin wan û wiha pê de çû: “Em berxwedana şervanên xwe yên di çeperên şer de silav dikin û berxwedana şervanan hêz û moralê didin me.”

Xeznê da zanîn ku ew tu carî ji mirinê natirsin dewleta Tirk çi dike bila bike ew tu carî ji axa xwe dernakevin û axaftina xwe berdewam kir: “Her çiqasî dijmin êrişan li ser herêma me pêk bîne, em tu carî ji mirinê natirsin.”

`BI SAYA BEXWEDANA ŞERVANÊN QSD`Ê Û YPJ`Ê MAFÊ ME HAT PARASTIN`

Mehmûd Ehmed destnîşan kir ku QSD`ê û YPJ`ê hebûna û nasmaneya wanin û got: “Em bi saya berxwedana şervanên QSD`ê û YPJ`ê bûn xwedî nasname, lewra divê em li derdora şervanên xwe bibin xelek û bi wan re axa xwe biparêzin.”

ANHA