Di rojekê de 7 kes li Sûriyeyê hatin kuştin

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê zarokek û 6 kes hatin kuştin.

Di rojekê de 7 kes li Sûriyeyê hatin kuştin
8 hezîran, 2026   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ajansa me kom kirine, duh (7 Hezîran) li Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin.

Li bajarokê Xetabê yê li rojavayê Hemayê kesek di êrişa çekdarî ya çekdarên nenas de hat kuştin. Hate ragihandin ku li herêma Çiyayê Erbiîn a Idlibê zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hate zanîn ku ciwanek ji xelkê gundê Barûha yê herêma Til Kelex a Humsê di girtîgeheke hikumeta demkî de jiyana xwe ji dest da. Lê agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.

Li gundê Şuheyb ê Hemayê çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, 2 êrişên çekdarî pêk anîn. Di encama her du êrişan de 2 ciwan hatin kuştin. Li gundê Til Sikîn jî di êrişa çekdarên nenas de 2 ciwanên din hatin kuştin.

(bb)