Li Hesekê ciwanek kuştî hat dîtin

Li bajarokê Tiwêna yê Hesekê ciwanek di rewşeke bi guman de kuştî li mala wî hat dîtin.

Li Hesekê ciwanek kuştî hat dîtin
21 nîsan, 2026   12:58
HESEKÊ

Ciwanê bi navê Tariq Xidir El Sayîl (32) li mala wî ya li bajarokê Tiwêna yê girêdayî Hesekê kuştî hat dîtin.

Hêzên Asayîşê piştî wergirtina vê agahiyê tavilê berê xwe da cihê bûyerê û lêkolîn daye destpêkirin.

(bb)

ANHA