Şehîdên Qereçoxê li Til Temirê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê di salvegera 9'an de şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn.

Şehîdên Qereçoxê li Til Temirê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Til Temirê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Til Temirê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Til Temirê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Til Temirê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Til Temirê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Til Temirê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê li Til Temirê hatin bibîranîn
21 nîsan, 2026   13:30
HESEKÊ

25'ê Nîsana 2017'an de balafirên dewleta Tirk a dagirker navend û bargehên YPJ û YPG'ê yên li Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin. Di encama êrişê de 20 şervan û fermandarên YPG û YPJ’ê, nûçegihanên şer şehîd bûn û 19 kes jî birîndar bûn. Ji wê demê ve li Rojava 25'ê Nîsanê wek Roja Şehîdan hat îlankirin.

Bi vê boneyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê merasîma bîranîna şehîdên êrişa Qereçoxê li dar xist. Bîranîn bi beşdariya malbatên şehîdan, şênî, endamên saziyên civaka sivîl li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan pêk hat.

Di merasîma bîranînê de piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Seîd Ehmed axivî û bal kişand ser fedakariyên ku şehîdên Qereçoxê ji bo parastina herêmê û azadiya gelan dane. Ehmed banga domandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan kir û got: “Şehîd di wijdanê gelê xwe de zindî ne û fedakariyên wan dê ji nifşên bê re jêdera îlhamê bimînin."

(bb)

ANHA