Cenazeyên Hesen Nesrallah û Haşim Sefiyedîn tên definkirin

Cenazeyê sekreterê giştî yê berê yê Hizbullahê, Hesen Nesrallah û serokê Meclisa Rêveber a Hizbullah Haşim Sefiyedînê li başûrê Lubnanê bi merasîmekê tên definkirin.

Cenazeyên Hesen Nesrallah û Haşim Sefiyedîn tên definkirin
23 sibat, 2025   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyên sekreterê giştî yê berê yê Hizbullahê, Hesen Nesrallah ku 27`ê Îlona 2024’an di êrişeke Îsraîlê de li ser taxên başûrê Beyrûtê de hatibû kuştin û Serokê Meclisa Rêveber a Hizbullah Haşim Sefiyedîn yê 3’yê Cotmeha 2024’an di êrişa Îsraîlê hatibû kuştin, li başûrê Lubnanê bi merasîmekê tên definkirin. 

Merasîm li Navenda Kimêl Şemon  ya sporê li başûrê Lubnanê hatiye lidarxistin. Bi hezaran alîgirên Hizbullahê û kesayetiyên payebilind ên Îranê û 79 welatên din beşdarî merasîmê bûn.

Tê payin ku sekreterê giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim di merasîmê de axaftinekê bike. Paşê dê girse cenazeyê Nesrallah bo definkirinê bibin cihekî nêzê rêya balafirxaneyê. Her wiha cenazeyê Haşim Sefiyedîn jî dê bibin  bajarokê Dêrqanûn ê li başûrê Lubnanê.

(k)