Li herêmên hikumeta veguhêz teqîn, şewat, aloziya ewlehiyê û qurbanî

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, aloziya ewlehiyê û şewatên berdewam bûn sedem ku sivîl û leşker jiyana xwe ji dest bidin. Di heman demê de sûc û rewşa tevlihev zêde dibin. Ev yek bi xwe re gelek pirsyaran li ser şiyana desthilatê ya dîsîplînekirina ewlehiyê derdixe holê.

Li herêmên hikumeta veguhêz teqîn, şewat, aloziya ewlehiyê û qurbanî
12 tîrmeh, 2025   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên ji hêla hikumeta veguhêz a Şamê ve têne kontrolkirin, aloziya ewlehiyê, teqînên li pey hev û şewat rû didin. Di encama van bûyeran de sivîl û leşker jiyana xwe ji dest didin. Li beramber vê yekê tu çavdêrî û tedbîrên pêşîlêgirtinê tune ne.

Li Şamê, endamekî Wezareta Parastinê yê ji Kefernublê, dema ku di tetbîqateke leşkerî de çeka wî teqiya, jiyana xwe ji dest da û 4 endamên din jî birîndar bûn.

Li Helebê depoyeke cebilxaneyê ya bermahiyên rejîma berê li herêma Nêrebê teqiya, 14 kes birîndar bûn. Teqînê zirar da malên derdorê.

Li lîwaya 107’an a li nêzî Ceblê yê gundewarên Laziqiyê rêzeteqînên dijwar çêbûn. Bi xwe re şewatên mezin anîn. Lê tu agahiyên der barê zirarên mirovî de bi dest neketin.

Ev cih pir caran ji hêla Îsraîlê re tê bombebarankirin. Di vê dawiyê de Îsraîlê nuqteyên leşkerî li Tartûs û gundewarên Laziqiyê bombebaran kiribûn.

Li gel van teqînan, şewatên li Laziqiyê di roja 9ˊan de berdewam dikin, deverên berfireh ên daristan û zeviyan şewitandin. Agir gihaşt gundên welatiyan wekî El Şecera ya li nêzî Kesabê, rêyan girt û xebatên valakirinê asteng kirin. Ji bilî van jî 2 rûberên hawîrdorê yên mezin li nêzî gundewarên Hemayê şewitîn.

Di nava vê rewşa xirab de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di 24 saetên borî de, di rewşên cuda de 12 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li taxa Malikî ya Şamê ji ber guleavêtina bêserûber jî zarokekî jiyana xwe ji dest da, bijîşkek û alîkara wî di hundirê malên xwe de hatin qetilkirin. Li kêleka van sûcan, siûqastkirin, pevçûnên eşîrtî û sûcên tundiya malbatî li Heleb, Dêrazor, Dera û gundewarên Şamê jî hatin belgekirin.

Ev bûyerên li pey hev rewşeke bêîstîqrar û aloziya ewlehiyê nîşan didin û hikumeta veguhêz radixin pêşberî pirsên cidî yên der barê şiyana wê ya pêkanîna îstîqrarê û misogeriya aştiya sivîlan li herêmên di bin kontrola wê de.

(fr)