Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 125 lîjneyên hilbijartinan hatin avakirin

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên avakirina lîjneyên hilbijartinan li bajar û bajarokên 7 kantonan bi dawî bûn. Heta niha 125 lîjne hatine avakirin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 125 lîjneyên hilbijartinan hatin avakirin
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 125 lîjneyên hilbijartinan hatin avakirin
17 gulan, 2024   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên gelan ên demokratîk ên 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 25`ê Nîsanê dest bi avakirina lîjneyên hilbijartinan kirin.

Komîseriya Bilind a HIlbiajrtinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12`ê Gulanê deriyê namzetbûnê vekir.

Di vê çarçoveyê de, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a kantona Efrîn û Şehbayê, 5 lîjne li Şêrawa, Til Rifet, Ehrezê, Ehdas û Fafînê ava kirin.

Her wiha Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê 7`ê Gulanê Lîjneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a kantonê ava kir ku ji 8 endaman pêk tê.

Beriya wî jî, lîjneyên komîseriya bilind ên hilbijartinan ên kantonên Firat, Minbic, Dêrazor, Tebqa û Reqayê lîjneyên bajar û bajarokan ava kirin.

Bi wê re, xebatên avakirina komîteyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bûn. Di çarçoveya vê xebatê de 125 lîjne li bajar û bajarokên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin.

Komîteyên hilbijartinan niha amadekariyan dikin ku kertên hilbijartinê li hilbijêran bi rêya komîn û meclisan belav bikin. Hemwextî wê partî, kesayetên serbixwe dest bi serdana navendên hilbijartinan kirin û daxwaznameyên namzetbûnê pêşkêş dikin.

(şx)

ANHA