Ji roja tarî ber bi siberojên ronî ve - Rauf KARAKOÇAN

Ji roja tarî ber bi siberojên ronî ve - Rauf KARAKOÇAN
14 sibat, 2025   08:30

Di 15’ê Sibata 1999'an de em bûn şahidê komployeke navneteweyî ku di dîrokê de belkî jî nayê dîtin. Bi kurtasî, 26 sal di ser esareta Rêber Apo re derbas bûn ku di encama lêgerîna domdar a sîstema kapîtalîst a global de hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Nirxandinên bê ka çima, ji bo çi û çawa hatiye girtin, ev 26 sal e tên kirin. Her çi qas dubare be jî, divê bê baldariyeke zêde bê vekolandin. Ev mijar mirovekî tenê eleqedar nake, gelekî bi tevahî eleqedar dike. Ne tenê dewletekê, hemû dewletên herêmê û heta hêzên navneteweyî eleqedar dike.

Rêber Apo kirin qurbaniyê komployeke wisa ku li ser vê cîhanê cihekî lê bimîne li aliyekî, heta nekare cihekî pêyê xwe bide ser jî bi zorê peyda bike. Dema balafir li hewa bû, welatên Ewropayê qadêb xwe yên hewayî lê girtin. Tevî ku biryara girtin û darizandina wî ya Almanyayê hebû jî, ev biryar binpê kirin û wek ‘kesê nayê xwestin’ îlan kirin. NATO bi hemû hêz û şiyana xwe li ber yek kesî rabû.

Dîlgirtina Rêber Apo encameke wisa bû ku wek tevgera gel û azadiyê em jê re ne amade bûn, ne li bendê bûn û me qet hezm nekir. Di wê rewşa aloziyê de ji hundir û derve ve êrişên tesfiyekar li ser PKK'ê giran bûn. Ji bedena PKK'ê qelîştekên parçebûnê derketin û li gel êrişên parçebûn, parçekirin û jihevxistinê, meyla pozîsyona ‘li bendê be ka dê çi lê bê’ derket holê. Ji PKK'ê hejmareke nekêm kes veqetiyan. Beşeke mezin a kadroyên navendî û fermandariyê, bi pêvajoya heyî re ketin ber bayê nediyariyê.

Li pêş bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin PKK û rêbertiya wê wek astengî didîtin û dixwestin berteref bikin. Qet nebe bendewarî ev bû. Hemû pêvajoyên tengasiyê bi ser de borîn. Hêvî û reşbînî, serketin û binketin pi hev re bûn.

Li çiyê operasyonên berfireh ên tunekirinê li hember gerîla çêbûn û bi heman rengî operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin. Di çarçoveya planên têkbirinê de rêzeêrişên bi navê 'Pençe' ên leşkerî kirin û hê jî dewam dikin. Teknolojiyên leşkerî yên pêşketî hatin bikaranîn, balafirên bêmirov ên biçek hatin ceribandin û hê jî ceribandina wan didomînin.

Gel û tevgera azadiyê di 15’ê Sibatê roja dîlgirtina Rêber Apo de ku wek Roja Reş tê binavkirin, bi fedaiyane xwedî li Rêber Apo derketin û vê yekê her kes matmayî kir. Heçku xelekeke ji agir ava bû. Madeleine Albright a wezîra karên derve ya DYA'yê ya wê demê, nekarî matmayîbûna xwe ya li hemberî berxwedana gelê Kurd û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re veşêre û neçar ma daxuyaniyekê bide û bibêje ‘me ev qas jî texmîn nedikir/hesab nekir’. Li raserî kendalan bi bask bûn, ariziyê bi PKK'ê û rêbertiya wê ye. Nekarîn vê fêm bikin.

Tişta ku wezîra karên derve yê DYA’yê gotibû, di esasê xwe de rast bû. Nikarîbûn berxwedana serhildêr, îradeya serhişk, keda bêdawî, fedakarî, welatparêzî, biryardariya têkoşîn û wêrekiya di damarên PKK'ê de hesab bikin. Ya herî girîng jî haya wan ji hêza xurt a Rêbertî tune bû. Digotin dema Rêbertî dîl bigirin û bê bandor bikin, PKK dê bi xiyaneta navxweyî tasfiye bibe û belawela bibe lê gelekî şaş bûn. Ne hewce ye em van rave bikin, dîroka heyî jixwe vê piştrast dike.

Gotineke xweş a Antonio Gramsci heye; "Dîrok mamoste ye, ne xwendekar e." PKK dîroka serxistina ya nepêkan e û herçî kesê dixwaze fêm bike, hîn kiriye. Yên ku dixwazin vê dîrokê hîn bibin, dê her tiştekî têkildarî mirovan bibînin. Dê bibînin ku hêvî ji serketinê hêjatir e, teslîmiyet dê rê li ber xiyanetê û berxwedan jî dê rê li ber serketinê veke. PKK ji roja destpêkê ve wiha bû û niha jî wiha ye. Mînaka herî şênber a vê yekê jî ew e; ji nava tarîtiya 15’ê Sibatê derket, şewqa xwe da siberojên ronî û xwe ji nû ve afirand.

15’ê Sibatê mîna kabûsekê bi ser gelê Kurd û dostên wî hat û gotin ‘êdî temam e’ lê hêvî ji dest neçû û nekarîn berxwedanê bisekinînin. Berxwedana herî mezin jî ev 26 sal e li Îmraliyê di hucreyeke teng de dimeşe. Berxwedana destanî ya Zindana Amedê, berxwedana çiyayan û berxwedana gel bê navber dewam kir. Berxwedana gerîla çi qasî bê vegotin jî, fedakarî û lehengiyeke ew qas mezin e ku heqê wê nayê dayîn. Dema ku rûyê erdê êdî ne pêkan bû, binê erdê kolan û kirin çeperên berxwedanê. Destanên lehengiyê yên pabendiya bi gel nivîsandin.

Perdeya tarî ya 15’ê Sibatê êdî hatiye çirandin. Ev yek bi Rêberê xwe, partiya xwe, gerîlayên xwe û bi gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe re di nava yekitiyê de pêk hatiye. Bi hemû mirovahiyê re ji nû ve berê xwe dane siberojên ronî. Îro heke Rêber Apo di asta muxatab de tê dîtin û wek hêz û îradeya çareserkirina pirsgirêkan tê dîtin, divê sedemkara vê yekê baş bê fêmkirin.

Destwerdana li Rojhilata Navîn, bi dîlgirtina Rêber Apo re bi Komploya Navneteweyî re dan destpêkirin. Niha hevsengî guherîne. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û Rêber Apo bû aktorê sereke yê pêwîst. Heke mirov bêje 'ji ku derê hatin ku derê’, dê were gotin; ji tarîtiya 15’ê Sibatê xwe gihandina siberojeke ronî êdî pêkan bûye.