Li hember êrişan xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan

Şênî û pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bêdengiya li hember wê şermezar kirin.

25 kanûn, 2023   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Kanûnê ve, binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bajarê Dêrikê, navçeya Tirbespiyê û Qamişlo li kantona Cizîrê heta Kobanê ya kantona Firat û Kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dike. 

Li hember wan êrişan, bi sedan şêniyên û pêkhateyên herêmê daketin qadan û êrişên dewelta Trik a dagirker bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Hevseroka Komîna Şehîd Hozan Selman Mihemed li pêşiya Saziya Kehrebeyê ya Amûdê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî xelkê herêmê yên şerê DAIŞ`ê kirine, pêk tine.

Li navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê Meclisa Navçeyê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe qanûnên navneteweyî li pêş çavên hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bin pê dikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda xwe ya li başûrê kantona Reqayê şermezar kir.

Berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Ebîr El Hac Ebdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk piştî binkeftina li Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, êriş herêmê kir û soza mezinkirina têkoşînê li hember êrişan hate dayîn.

Şêniyên navçeya Girkê Legê û endamên saziyên sivîl ên navçeyê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Şêniyan di çalakiya xwe de êriş dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember wê bi daxuyaniyekê ku hevserokê Meclisa Navçeya  Çilaxa Mihemed Faris xwendiye, şermzar kir.

(şx)