Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanekî QSD`ê oxir kir

Xelkê navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk şehîd Hemîd Silêman El Cedûa oxir kir û tekez kir ku heta serkeftinê bi dest bixin û Sûriyeyeke demokratîk pêk were dê têkoşîna şehîdan berdewam bikin.

Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şervanekî QSD`ê oxir kir
12 kanûn, 2023   16:06
HESEKÊ

Xelkê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Komando yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Şiyar (Hemîd Silêman El-Cedûa) ku di 8 'ê Kanûnê de dema erka xwe pêk dianî şehîd bû, berê xwe da Goristana Şehîdan.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ehlam El Hemûd axivî û sersaxî ji malbatên şehîd re xwest û got: "Şehîd sembola qehremanî û dilsoziyê ne û em soz didin wan ku em ê heta serkeftinê şopdarên rêya wan bin."

Ji fermenderên QSD`ê Ode El Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El Hisên soza domandina têkoşînê heta pêkanîna xewn û hêviyên şehîdan û gihandina Sûriyeyeke demokratîk da

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadeta şehîd Hemîd Silêman El Cedûa û radestkirina wê ji malbata wî re bi dawî bû. Dûre cenazeyê wî di nava tilîliyên dayîkan de hate veşartin. 

(şx)

ANHA