Li Hemayê ji ber mayînê 3 kes mirin

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li bajarê Zexbe yê gundewarê bakurê rojhilatê Hemayê ji ber teqîna mayînekê 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Li Hemayê ji ber mayînê 3 kes mirin
12 nîsan, 2024   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Zexbe yê gundewarê bakurê rojhilatê parêzgeha Hemayê ji ber teqîna mayînekê 3 welatî mirin.

SOHR da zanîn ku her sê welatiyan dema ku di çandiniyê de dixebitîn mayîn bi wan ve teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

SOHR diyar kir ku li taxa Wadî Zeheb a bajarê Humisê jî ji ber teqîna cisimek ji bermahiyên şer şivanek birîndar bû.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve, ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer  di nav de 20 jin û 29 zarok bi giştî 95 kesan jiyana xwe ji dest da. 12 jin û 49 zarok jî di nav de bi giştî 99 kesên din birîndar bûn.

(bb)

ANHA