Li Hemayê êrişa DAIŞ`ê: 3 kuştî

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li herêma Asreya ya Hemayê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li Hemayê êrişa DAIŞ`ê: 3 kuştî
4 îlon, 2024   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêma Asreya ya bajarê Hemayê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir, di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. Piştî êrişê şer derket û dûre çete ber bi çolistana Sûriyeyê ve reviyan.

Tê bibîrxistin ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê vê dawiyê li çolistana Sûriyeyê êrişên xwe yên li dijî hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê zêde kirine.

(şx)