Ji bo şehîd Elaa El Berîş merasîma sersaxiyê

Ji bo şehîd Elaa El Berîş merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Şêniyên Hesekê soz da ku rêya şehîd temam bikin.

Ji bo şehîd Elaa El Berîş merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Elaa El Berîş merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Elaa El Berîş merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Elaa El Berîş merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Elaa El Berîş merasîma sersaxiyê
Ji bo şehîd Elaa El Berîş merasîma sersaxiyê
4 îlon, 2024   12:58
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê û saziyên wê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Elaa El Berîş bûn.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Elaa El Berîş 1`ê Îlonê li Dêrazorê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li pêşiya malbata şehîd a li taxa Mişêrfe ya bajarê Hesekê hate vedan.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xelîl Ebdullah sersaxî da malbata şehîd û piştgirî da hêzên leşkerî û ewlehiyê.

Endamê rêveberiya Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Meclisa Leşkerî ya Hesekê Mihemed Elî El Cewahir soz da ku rêya şehîd berdewam bikin ta ku hêviyên wan, serkeftinê û azadiyê bi dest bixin.

(şx)

ANHA