Li Hemayê êriş, talan û destdirêjî: Aliyên têkildar hesab napirsin

Şêniyên gundên Sehil El Xab a Hemayê ji ber dizî û destdirêjiyê ditirsin û li herêma wan aramî tune ye.

Li Hemayê êriş, talan û destdirêjî: Aliyên têkildar hesab napirsin
5 sibat, 2026   02:45
HEMA

Şêniyên herêmê diyar kir ku rêya di navbera gundên Sehil El Xab ên dikevin bakur û rojavayê Hemayê de wekî Til El Teten, Til El Siyah, Til El Xar, Horat, Emûrîn, El Letme û hwd êdî bûye wekî “deriyên sînor ên nefermî yên di navbera dewletan de”. Li gorî gotinên şêniyên herêmê ew rê êdî ne ewle ne û rojane dema karmend diçin ser karê xwe û cotkar diçin nava zeviyên xwe, têne talankirin û destdirêjiya devkî li wan tê kirin. Sewal, telefon, motorsîklêt, pere û hwd ji wan distînin û dest datînin ser mal û milkên wan. Destdirêjiya komên çekdar li şêniyên herêmê tê kirin, êdî ne tenê dizî ye, bi çekan jî êrişî wan dikin. 

Di vê dema dawîn de bi şev dizên çekdar bi demançe û kêran êrişî çewlikeke çêlekan a şêniyekî herêmê kiribû. Gef li xwediyê malê xwaribûn û reviyabûn. Ji ber tunebûna ewlehiyê gundiyan navên xwe ji ajansa me re aşkera nekirin.

Cotkar newêrin biçin nava zeviyên xwe yên çandiniyê û her tim sewalên wan ji aliyê çekdaran ve têne dizîn.

Şêniyên herêmê bi acizbûn dipirsin "heyanî kengî dê diz û talanker rêya me qut bikin û dê rizqê me di bin rehmeta van çeteyan de be?”

Gundên Sehil El Xabê bi giştî aboriya wan li ser xwedîkirina sewalan û çandiniyê ye.

Şêniyên herêmê bi giştî Elewî ne, berê ji ber lehiyan gelek zeviyên wan di bin avê de mabûn û ziyanên madî dîtibûn. Niha jiyana wan ji ber destdirêjiya çekdaran di xeterêyê de ye û nikarin li hemberî wan xwe biparêzin.

Her wiha şênî dibêjin ew her tim li qereqola polîsan gazinca dizî û destdirêjiya van komên çekdar dikin, lê polîs tenê pere ji şêniyan digirin û nêzî van komên çete nabin.

Gerînendetiya Hêzên Ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li herêma Sehil El Xab ragihand ku wan ji bo ewlehiya herêmê û parastina mal û milkên gel bendên kontrolê danîne û bi şev dewriyeyan derdixin. Şênî jî dibêjin ev tedbîr têrê nakin û ew dixwazin ev rewş cidî were lêpirsînkirin û van komên çekdar werin cezakirin.

Li gorî çavdêran, herêma Sehil El Xab ji ber şer û felaketên xwezayî gihaştiye asta man û nemanê û ne ewle ye.

Li beramberî rewşa herêma Sehil El Xab şênî dipirsin ew ê heyanî kengî bi tirs bijîn? Yan jî dê aliyên têkildar bikevin nava tevgerê û qanûnan ferz bikin?

(pn)

ANHA