Li Hemayê cenazeyên 2 bazirganan hatin dîtin

Li gundewarê Hemayê cenazeyên 2 bazirganên kemûnan ên ji Idlibê, hatin dîtin.

Li Hemayê cenazeyên 2 bazirganan hatin dîtin
2 adar, 2025   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku cenazeyên 2 bazirganên kemûnan ku bi xwe ji Idlibê ne, li gundê Til Sikîn ê gundewarê Hemayê hatin dîtin. Lê SOHR’ê tu agahî der barê sedem û awayê kuştina wan de parve nekirin.

Ji ber vê bûyerê rewşeke tirsê di nav şêniyan de belav bûye, nexasim ku tu agahî der barê kujeran û sedemên kuştinê de nehatine zanîn.

Li gorî SOHR'ê, ji destpêka sala 2025'an ve li parêzgehên cuda yên Sûriyeyê 175 bûyerên kuştin û kîndariyê hatine pêkanîn, di encamê de 411 kes hatine kuştin.

(mh/fr)