2 roj e gelê Cizîrê fitarê xwe li Tişrînê vedike

Çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Bendava Tişrînê ketin roja xwe ya 54’an û 2 roj e gel fitarê xwe li bendavê vedike.

2 roj e gelê Cizîrê fitarê xwe li Tişrînê vedike
2 roj e gelê Cizîrê fitarê xwe li Tişrînê vedike
2 roj e gelê Cizîrê fitarê xwe li Tişrînê vedike
2 roj e gelê Cizîrê fitarê xwe li Tişrînê vedike
2 adar, 2025   19:46
BENDAVA TIŞRÎN

Gelê ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temirê, Şedadê, Hol û Til Birakê yên ji kantona Cizîrê di roja 28’ê Sibatê de berê xwe Bendava Tişrînê û tev li çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bû. Ev 2 roj e, berxwedêrên li bendavê fitara xwe li wir vedikin.

Beriya saetên fitarê bi awayekî komînal çalakger amadekariya xwarinê dikin û bi hev re fitara xwe vedikin.

Ji 8’ê Çileyê ve, ji bo parastina bendava Tişrînê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bi kom berê xwe dide bendavê. Berxwedana gelê herêmê ya li bendavê ya li dijî êrişan keta roja xwe ya 54’an.

(fr)

ANHA