Li Hema û Idlibê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
Li gundewarên Idlib û Hemayê 2 leşkerên hikumeta Şamê di êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de hatin kuştin.
Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişeke sûîqastê ya çeteyên "Fetih El Mubîn" a li devera Merat Muxes a gundewarê başûr Idlibê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin. SOHR diyar kir ku di êrişa heman komê ya li herêma Sehil El Xab a gundewarê rojavayê Hemayê de jî leşkerekî din ê Şamê hat kuştin.
SOHR da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê derdora bajarokên Fitêra, Kensefra û Bara yên herêma Cebel El Zawiyê yên gundewarê başûrê Idlibê bi obîsan topbaran kirin.
Li gorî daneyên SOHR, ji ber êrişên li "herêma bêçek", 10 sivîl, yek jê efser 40 leşkerên hikumeta Şamê û 21 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha derdora 47 sivîl û 25 leşkerên Şamê û komên alîgirê wê birîndar bûn.
(bb)
ANHA