Li dibistanên Tirbespiyê çandina daran

Komeleya Keziyên Kesk di çarçoveya projeya ’Dibistana Jîngehî-Civaka Jîngehî’ de daran li dibistanên navçeya Tirbespiyê çandin.

Li dibistanên Tirbespiyê çandina daran
Li dibistanên Tirbespiyê çandina daran
Li dibistanên Tirbespiyê çandina daran
Li dibistanên Tirbespiyê çandina daran
25 sibat 2024   13:40
QAMIŞLO

Di çarçoveya projeya xwe ya "Dibistana Jîngehî-Civaka Jîngehî" de û ji bo bîranîna şehîd Pîro Sine (Mensûr Kerîmiyan) 26’ê Kanûna 2023’yan di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Tirbespiyê şehîd bûbû, Komeleya Keziyên Kesk bi hevkariya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê, şitilên daran li dibistanên navçeyê belav kirin.

Darên hatin belavkirin bi destê şagirtên dibistanan hatin çandin. Komeleyê berî niha bi hevkariya Rêveberiya Stasyona El Odê ya li navçeyê ku gelek caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefkirin jî li satsyonê dar çandibûn.

Li gorî komeleyê dê dar li tevahî dibistanên navçeyê werin çandin.

(ex)

ANHA