Interpola Amerîkayê ji Lubnanê xwest rêveberê îstîxbarata hewayî ya rejîma Esed bigire

Interpola Amerîkayê bi rêya Interpola navneteweyî ji hikumeta Lubnanê xwest ku lîwa Cemîl El Hesen ku rêveberê îstixbarata hewayî ya rejîma Beşar Esed bû, bigire.

Interpola Amerîkayê ji Lubnanê xwest rêveberê îstîxbarata hewayî ya rejîma Esed bigire
21 kanûn, 2024   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema ketina rejîma Beşar Esed ve ev cara yekê ye ku gavek wiha li dijî berpirsên rejîmê tê avêtin.

Interpola Amerîkayê bi rêya Interpola navneteweyî ji hikumeta Lubnanê xwest ku rêveberê îstixbarata hewayî ya rejîma Beşar Esed, lîwa Cemîl El Hesen eger li Lubnanê be, wî binçav bike.

Di peyama Interpola Amerîkayê de hat gotin Cemîl El Hesen li dijî gelê Sûriyeyê sûcên şer û komkujî pêk anîne û ew berpirsê yekser ê avêtina bi hezaran tonên bermîlên teqemeniyê li dijî gelê Sûriyeyê ye, her wiha bi hezaran welatiyên sivîl bi alîkariyên berpirsên leşkerî û ewlehî bi destê wî kuştine.

(mh/fr)