QSD’ê şehadeta 3 şervanan ragihand

QSD'ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand û soza domandina rêya têkoşînê da.

QSD’ê şehadeta 3 şervanan ragihand
4 cotmeh, 2025   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokatîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 3 şervanên xwe ku dema erkên xwe yê şoreşgerî pêk danîn şehîd bûn, ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‘’Em ji bo hevalên xwe yên qehreman ên bi fedakarî û dilsozî, di bin şert û mercên şer ên cuda de şehîd bûn, ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me yê şehîd Andok Êriş Viyan yek ji fermandarên berbiçav ên hêzên me bû ku xwedî ezmûnek berfireh bû. Hevrê Andok Êriş bi çanda xwe ya berfireh û hişê xwe yê vekirî dihat nasîn. Hevalekî bi bandor bû ku mohra xwe li gelek serkeftinan xist. Di plankirina her çalakiya ku digirt de bi baldar bû.

Beşdariya hevrê Andok Êriş Viyan di gelek eniyan de ezmûna wî ya şer pêş xist. Hevrê Andok Êriş di gelek pêngavên hêzên me de cih girt û ligel hevalên xwe berxwedanek layîqî gelê me da meşandin. Di şer û mercên herî dijwar de jî hêza xwe ya bidestxistina serkeftinan û lêdana derbên bi êş li dijmin nîşan da.

Hevrêyê me Andok şopeke mezin di ruhê hevalên me de hişt. Hevalên wî ji wî fêrî dilsoziya bi gel û şehîdan re bû. Ev doz bala wî dikşand û bû sedem ku ji bo pêkanîna xewn û xeyalên xwe hemû hewldanên xwe bike. Andok li ser birêxistina refên hêzên leşkerî û perwerdeya wan de bi israr bû.

Der barê hevalê me yê şehîd Ararat Serhed de jî ew fermandarekî meydanê yê jîr bû ku di têkoşîn û xebata xwe de qet newestiya û bêzar nebû. Hevrê Ararat Serhed di şerên herî dijwar de jî her gav di lûtkeya coş û moralê bilind de bû. Zanebûna wî ya di rêvebirinê de yek ji sirên serkeftinên wî bû.

Hevrêyê me Ararat beşdarî gelek pêngavên hêzên me; wek pêngava Şehîd Rûbar, pêngava  rizgarkirina Minbicê, Holê, Şedadê û yên din bû. Di van pêngavan de gelek caran birîndar bû, lê bi heman biryardariyê berxwedana xwe berdewam kir. Birînên wî li hember  bicihanîna erkên wî qet nebûn asteng, lê belê ji bo bidestxistina serkeftinê baweriya wî du qat zêde kir.

Hevrê Ararat, ji bilî xizmeta xwe ya leşkerî, di warên siyasî û civakî de jî çalak bû, wekî şervanekî dilsoz bi şêwazekî balkêş derket holê. Di civînên ku li bajar û gundan lidar dixist de pirsgirêkên rojane yên gel çareser dikir û li ser mijarên neteweyî yên bingehîn disekinî. Vê tevlêbûnê baweriya gel û baweriya kûr bi doza ku jiyana xwe ji bo wê terxan kiriye, bi dest xist.

Şehadeta hevalekî weke Ararat ji bo gelê me windahiyek mezin e. Şehadeta wî di dilê heval û hezkiriyên wî de êşek kûr hişt, lê di heman demê de biryardariya wan a berdewamiya rêya wî heta serkeftinê xurt kir.

Der barê hevrê şehîd Êriş de, gelê me ew bi têkoşîna wî ya li çend herêman ji nêz ve nas kir ku ew wekî heval û birayekî dihat hesibandin. Xwedî kesayeteke dilnizm û şad hebû. Eriş ji malbatekê ye ku gelek ferdên xwe pêşkêşî refên şoreşê kirin û rûmeta şehadetê bi dest xistin, di nav de birayê heval Eriş jî hebû.

Wêrekî û qehremaniya Êriş di pêngavên ku beşdar bû li hemû herêmên dibûn mijara nîqaşê. Vê yekî jî baweriya gel bi pêkanîna şoreşeke serketî zêde kir.

Hevrêyê me Êriş heta kêliya dawî ya jiyana xwe hezkirina xwe ji bo gel û şoreşê hilgirt. Di her qonaxa têkoşîna xwe de wêrekiyeke bêhempa nîşan da. Ji her zehmetiyek ku pê re rû bi rû dima çareserî dît.

Hevalê me Êriş ji lingê xwe yê çepê birîndar bû. Di şerekî din de jî ji destê xwe yê rastê bi giranî birîndar bû û pêdivî bi danîna dest û lingê çêkirî hebû. Lêbelê, van birînan biryardarî û cesareta wî kêm nekir û bi serbilindî rêwîtiya xwe ya şoreşgerî berdewam kir.

Em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên hevalên xwe yên şehîd û ji hemû malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Di heman demê de em soz didin ku em ê têkoşîna xwe ranewestînin heta ku em xewn û armancên wan, bi cih bînin.

Nasnameyên şehîdan:

Nasnav: Andok Êriş Viyan

Nav û paşnav: Mihemed Bartan

Navê dayikê: Horiya

Navê bav: Îsmaîl

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê – 25’ê Çileya 2025’an

******

Nasnav: Ararat Serhed

Nav û paşnav: Omer Gokdag

Navê dayikê: Marîfa

Navê bav: Mihemed Salih

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê – bajarokê Şêxler/Şiyûx – qezayeke leşkerî – 25’Sibata 2025’an

******

Nasnav: Êriş Umut

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Selahedîn

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê – qezayeke leşkerî – 1’ê Cotmeha 2025’an

(ac-mh/bb)

ANHA