Li Helebê senaryoyên pêvajoya heyî ya Sûriyeyê hatin nîqaşkirin

Tevgera Avakirina Nîştimanî li navenda Helebê ji bo nîqaşkirina sînaryoyên pêvajoya heyî ya Sûriyeyê, bi beşdariya rêveberên civaka sivîl, nûnerên siyasî û MSDˋê, rûniştinek li dar xist.

23 ÇILE, 2025   23:07
HELEB
MIHEMED EBDO

Tevgera Avakirina Nîştimanî ji bo nîqaşkirina "senaryoyên pêvajoya heyî ya Sûriyeyê" bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, tevgerên civaka sivîlî Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), akademisyen, çalakger û rojnamevanan rûniştinek li dar xist. Rûniştin li Malbenda "Heleb Paytexta Çanda Îslamî ye" ya li kolana Baron a Helebê hat organîzekirin. 

Akademîsyen û çalakvan Kenan Seman axivî û behsa armanca lidarxistina rûniştinê kir û got armanca ew ku Sûriyeyî bi hev re bigihîjin nêrînekê ji bo siberoja Sûriyeyê.

Dûre serokê Tevgera Avakirina Nîştimanî Enes Cûdê rûniştin bi rê ve bir û bal kişand ser kar û xebatên tevgerê û armancên wê, pênasekirina rêveberiyên xwecih û nenavendî û gelek mijarên din mîna nasname û tevlêbûnê.

Piştre senaryoyên pêvajoya heyî ya Sûriyeyê ji aliyê serokê navenda lêkolînan a Tevgera Avakirina Nîştimanî Samir Dahî ve hatin şîrovekirin û li gorî rêzkirina li jêr her senaryoyek hate nirxandin;

Hegemonya hêdî ya HTŞ`ê û sepandina desthilata xwe heta ku dewleteke îslamî ya radîkal ava bike.

Parvekirina desthilatê di navbera HTŞ`ê û aliyên xwecih ên din de.

Hevbeşiya rastîn a desthilatê û avakirina dewleteke sivîl.

Zêdebûna tundiya hundirîn.

Destwerdana herêmî û navneteweyî ji bo ferzkirina çareseriyeke siyasî.

Koordînatorê rêveber a navendeke civakî ya Helebê Sîlvard Selûm nêrîna xwe der barê mijarên rûniştinê de parve kir û got pêdiviya aliyên sûriyeyî bi "qanûna reftara nîştimanî" heye ku pêşî li nîjadperestiya di navbera etnîk û pêkhateyan de bigire

Siyasetmedarê lîbral Semîr Neşar jî got destwerdana derve di siyasetê de her tim heye, lê ya girîng rê û rêbazên danûstandina bi wê destwerdanê re li ser bingeha diyalogê û yekitiya Sûriyeyê beyî ku ti alî ji vê diyalogê bê dûrxistin, be.

Çalakvana civakî Huda Melkûn jî rewşa heyî bi "ti car mîna wê çênebûye" wesifand, di heman demê de partiyên siyasî rexne kir ku di vê pêvajoyê de ti rol di hişyarkirina gel de nelîstin û hêvî kir ku dewleteke sivîl bi dirûşma "azadî, edalet û wekhevî" ava bibe.

Endama rêveber a nivîsgeha têkiliyan a MSD`ê Fatme El Hesîno jî got divê sûriyeyî di projeyeke nîştimanî de li hev kom bibin, di heman demê de xwest ku têgehên xiyanetkirina aliyên din ji holê bê rakirin û ji bo ku welat ji nû ve li ser bingeha hemwelatîbûnê û demokrasiyê bê avakirin, got divê dest bi diyalogeke rastîn bêyî dûrxistina ti aliyekê, were kirin.

Di dawiya rûniştinê de, serokê Tevgera Avakirina Nîştimanî Enes Cûdê teqezî bi biserxistina berjewendiya nîştimanî, xurtkirina diyalogê, redkirina senaryoyên tarî, pêşxistin senaryoya herî baş ji bo sûriyeyiyan kir.

(şx)

ANHA