Sibe wezîrê karên derve yê Siûdiyê li Şamê ye

Tora Skya News a Arebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Siûdiyê diyar kir ku wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî sibe serdana Şamê dike.

Sibe wezîrê karên derve yê Siûdiyê li Şamê ye
23 ÇILE, 2025   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Skya News a Arebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Siûdiyê, sibe wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan serdana Şamê dike.

Li gorî çavkaniyan, çaverê ye wezîrê Karên Derve yê Siûdî bi wezîrê Karên Derve yê rêveberiya HTŞˋê Esed El Şîbanê re civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Serdana yekemîn a El Şîbanê kiriye, ji Erebistana Siûdî re bû.

(fr)