Li Helebê rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin

Meclisa Jinan a PYD'ê paneleke diyalogê li bajarê Helebê li dar xist. Di panelê de rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin.

Li Helebê rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin
Li Helebê rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin
Li Helebê rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin
Li Helebê rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin
Li Helebê rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin
Li Helebê rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin
Li Helebê rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin
Li Helebê rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin
Li Helebê rola jinan di pêşxistina pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin
19 tebax, 2025   23:28
HELEB

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) paneleke diyalogê bi dirûşma "Rola jinan di qonaxa Aştî û Civaka Demokratîk de" li kafîteryeya Lêlûn a taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê li dar xist. Di panelê de pirsgirêkên civakî û diyardeyên tundiyê yên li dijî jinan hatin nîqaşkirin.

Di panelê de jinên serbixwe, rewşenbîr, aktîvîst û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin amade bûn.

Di serî de hevseroka PYD'ê ya Helebê Ferîha Ehmed li ser însiyatîfên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo rûniştandina aştiyê û banga wî ya dawîn a bi navê "Aştî û Civaka Demokratîk" axivî.

Piştre mijara panelê ya bi sernavê "Rola jinan di birêvebirina civaka komînal a demokratîk de" ji aliyê hevseroka Komîteya Têkiliyan a PYD'ê Rohat Birîmo ve hat xwendin.

Di mijarê de perspektîfên ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo vegerandina rola dîrokî ya jinan pêşkêş kirine, di serî de sîstema hevseroketiyê hatin nîşandan.

Her wiha hat diyarkirin ku divê jin rola xwe di hemû alî û qadên neteweya demokratîk de bilîzin û ji bo wê pêwîst e saziyên jinan ên serbixwe û bibandor werin avakirin.

Rêvebera Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Muna Ebdulhemîd diyar kir ku jin dikarin xwedî li baweriya ku Rêber Abdullah Ocalan daye wan derkevin û pêvajoya aştiyê bi ser bixin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Zelûx Reşîd jî got ku jin pêşengên jiyana wekhev bûn ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan erkê avakirina civaka demokratîk spartiye wan.

(mh)