Li Helebê panela girîngiya pergala hevserokatiyê

Rêxistina Kongra Star a Helebê panela xwe ya têkildarî pergala hevserokatiyê di civaka demokratîk de bi encamnameyekê bi dawî kir. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ew ê li gorî felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" bimeşin, da ku rêveberî bi ser bikeve û modernîteya kapîtalîst a ku jin ji bo misogerkirina berdewama xwe kiriye amûr, têk bibin.

Li Helebê panela girîngiya pergala hevserokatiyê
Li Helebê panela girîngiya pergala hevserokatiyê
Li Helebê panela girîngiya pergala hevserokatiyê
Li Helebê panela girîngiya pergala hevserokatiyê
Li Helebê panela girîngiya pergala hevserokatiyê
Li Helebê panela girîngiya pergala hevserokatiyê
Li Helebê panela girîngiya pergala hevserokatiyê
Li Helebê panela girîngiya pergala hevserokatiyê
Li Helebê panela girîngiya pergala hevserokatiyê
17 hezîran, 2025   21:26
HELEB

Bi diruşma "Em li ser bingeha azadî û wekheviyê hevserokatiyê bi pergal bikin û neteweya demokratîk ava bikin" rêxistina Kongra Star a bajarê Helebê paneleke diyalogê li hola Star Layt a herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûdê organîze kir.

Di panelê de nêzî 400 kes ji endam û hevseroketiyên meclis, komîn, partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Di panelê de li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîraz Hemo diyar kir ku jiyana azad a ku berhema berxwedana deh salî ya li ser bingehên fikrên Rêber Abdullah Ocalan û fedakariya şehîdan e, ber bi pêkanînê ve ye."

Şîraz destnîşan kir ku lêgerîna heqîqetê û kûrbûna tê de tê wateya nêzîkbûna ji azadiyê ye, dûrketin û paşguhkirina wê tê wateya mirin, binaxkirina nasname û hebûnê.

PERGALA DEMOKRATÎK HEBÛNÊ DIPARÊZE

Şîraz Hemo diyar kir ku eger jin di pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye beşdar nebin, ew pêvajo bi ser nakeve û got: "Tiştê ku niha diqewime Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Ew jî berhema redkirina fikrên demokratîk û îsrara li ser hişmendiya netewe-dewletê ye. Pêwist e pergala demokratîk were qebûlkirin da ku aramî li herêmê were pêkanîn û hebûn were parastin."

Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Reyhan Elo perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rol û girîngiya sîstema hevseroketiyê di bicihanîna demokrasiyê de bêyî paşguhkirina rola û mafê tu zayendê xwendin.

DIYALOGA BI JIYANA AZAD RE

Her wiha, sînevîzyonek li ser diyalogê û jiyana azad ku çawa jinan bi derketina tevgera azadiya Kurdistanê re rola xwe di hemû qadan de lîst, hat pêşkêşkirin.

Dûre beşdaran nirxandinên xwe li ser pergala hevserokatiyê û asta pratîkbûna wê di tevlêkirina her du zayendan de ji bo xebata birêvebirina civakê, û şiyana wê ya avakirina zemînekê ji bo jiyana hevbeş, kirin.

NÎQAŞ

Berdevka Însiyatîf Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Amine Xidro li ser zehemtî û astengiyên ku li pêşiya pêkanîna sîstema hevseroketiyê derketine axivî û got: "Jinan bi zanabûna xwe, xwe îsbat kir û li ser şopa pîvanên jina azad ên ku Rêber Abdullah Ocalan danîne, rola xwe di hemû qadan de lîst."

Rêvebera Têkiliyên Dîplomasî yên Kongra Star Muna Kibik jî got: "Dema ku em sîstema hevseroketiyê bi awayekî tam û kûr nas nekin, em ê gelek kêmasiyan bikin. Ji ber wê divê em rêya xwe rast bikin û têgînan ji cewhera wan dûr nexin, da ku em di civakê de demokrasiyê bi cih bînin û jiyana azad ava bikin."

Panel encamnameyekê bi dawî bû, û ji hêla endama Koordînasyona Kongra Star Reyhan Elo ve hat xwendin û wiha ye:

Pergala hevseroketiyê stûna sereke ya avakirina civaka demokratîk e.

Ji bo parastina jinan û civakê pêwistî bi aktîvkirina pergala hevseroketiyê heye.

Karê komînan û fikrên hevbeş bingehên biserxistina pergala hevseroketiyê ne.

Zêdekirina perwerde û semînerên li ser pergala hevseroketî û neteweya demokratîk.

Xebitîna li ser guhertina zihniyeta desthilatiyê li gel zilaman û zihniyeta klasîk li gel jinan.

Aktîvkirina pergala hevesrolatiyê misogerkirina pêkanîna neteweya demokratîk û têkbirina modernîteya kapîtalîst a ku civak û jinan hedef digire, ye.

Avakirina civaka polîtîka-exlaqî bi rêya aktîvkirina pergala hevserokatiyê di civaka demokratîk de pêkan e.

Ji bo bicihanîna pergala hevserokatiyê divê em xwedî li felsefeya Jin, Jiyan, Azadî derkevin.

(mh/fr)