Li Helebê panela ˊçîroka min çîroka her kesekî yeˊ

Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya kampanyaya “Jin, jiyan, azadî” û bi navê ˊÇîroka min çîroka her kesekî yeˊ de, sempozyûma diyalogê li dar xist.

19 tebax, 2024   17:06
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê di çarçoveya kampanyaya ˊJin, jiyan, azadîˊ û bi sernavê ˊÇîroka min çîroka her kesekî yeˊ de, sempozyûma diyalogê bi beşdariya dehan endamên yekitiyê û nûnerên tevgerên jinan li dar xist.

Panel li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin.

Di panelê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Yûsif nirxandina Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî ciwanên şoreşger û jinên ciwan xwendin.

Li aliyekî din jî berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Jinên Sûriyeyî ya Heyelbê Fehîme Hemo li ser rêwîtiya Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Fehîme diyar kir ku divê di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn bê bilindkirin.

Fehîme bang li jinên ciwanan kir ku xwe di pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan de kûr bikin, da ku hûn wî ji nêz ve binasin û pransîbên wî pêk bînin ku li gorî bingehên neteweya demokratîk xwe bigihînin civakeke azad.

Dûre li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan, damezrandina PKKˊê sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Her wiha beşdaran nêrînên xwe pêşkêş kirin. Berdevka Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya Helebê Amine Xidor bi gotina Rêber Abdullah Ocalan "Işq rastî ye, rastî jî jiyana azad e" gotina xwe dest pê kir.

Amine wiha domand: "Cihê Rêbertî lê bûye, Orfa ye, ew jî bajarê herî kevn e ku tê de şênî dijîn. Her wiha ew bajar derketina gelek pêxember û pêşengên civakê bû."

Endama Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê ya Kongra Star Meys Şaşo got Rêber Abdullah Ocalan ji biçûkaniya xwe ve bi rêya uslûbê analîzekirinê û rexnekirinê ji bo ku tiştên heyî binase, tê de kûr bûye.

Meys gelek serpêkhatiyên Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xistin, ji wan serpêhatiyan jî ew e ku dayika Uweyş ji Rêber Abdullah Ocalan xwest ku hevalên xwe ku astengî lê kirine, tola xwe hilîne.

(fr)

ANHA