Desteya Rûspiyan û Meclisa Rêveber piştgiriya xelkê Dêrazorê kir
Desteya Rûspiyan û Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê li dijî tevahî êrişan piştgiriya xwe ji xelkê Dêrazorê re û hevgirtina pêkhateyan bi QSDˊê re nîşan da.
Ji bo piştgiriya xelkê kantona Dêrazorê şandeyek ji Desteya Rûspiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê kir.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber, hevserokên deste, nivîsgehên kantona Dêrazorê û Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn şande pêşwaz kir.
Şandeyê piştgiriya xwe ji xelkê kantona Dêrazorê û hevgirtina şêniyên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên wê re nîşan da, her wiha piştgiriya xwe ji QSDˊê re li dijî tevahî êriş û gefên li ser Herêmê anî ziman.
(fr)