Li Helebê konê sersaxiyê ji bo şehîd Hêvî Silêman hat vedan

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di merasîma sersaxiyê ya şehîd Hêvî Silêman de soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armacnên wan di serî de rizgarkirina Efrînê dubare kir.

Li Helebê konê sersaxiyê ji bo şehîd Hêvî Silêman hat vedan
Li Helebê konê sersaxiyê ji bo şehîd Hêvî Silêman hat vedan
Li Helebê konê sersaxiyê ji bo şehîd Hêvî Silêman hat vedan
Li Helebê konê sersaxiyê ji bo şehîd Hêvî Silêman hat vedan
Li Helebê konê sersaxiyê ji bo şehîd Hêvî Silêman hat vedan
Li Helebê konê sersaxiyê ji bo şehîd Hêvî Silêman hat vedan
Li Helebê konê sersaxiyê ji bo şehîd Hêvî Silêman hat vedan
30 cotmeh, 2025   22:24
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, nûnerên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di merasîma sersaxiyê yê endama Koordînasyona Kongra Star şehîd Hêvî Silêman de amade bûn û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo di merasîmê de got: "Şehîd Hêvî Silêman canê xwe di oxira doza Kurdî de feda kir. Şehîd Hêvî weke jineke Elewî nimûneya têkoşînê ye."

Fehîme diyar kir ku ew ê li ser temamkirina rêya têkoşînê ya ku şehîd Hêvî dest pê kiriye, weke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rizgarkirina Efrînê, xebat û têkoşîna xwe bidomînin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Sêvîn Emûnî got ku şehîd Hêvî Silêman di nav Şoreşa 19'ê Tîrmehê de xwe di hemû qadan de îsbat kir û nimûneya jina azad bû.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Suad Hesen jî li ser jiyana şehîd Hêvî Silêman axivî û anî ziman ku: "Şehîd Hêvî roleke mezin di birêxistinkirina civakê li hemberî hewldanên têkbirina mozaîka civakî de da meşandin."

Serokê Meclisa Elewiyên Kurd li Sûriyeyê Comerd Sito jî got ku şehîd Hêvî Silêman dengê têkoşîn û xebatê bû û di nav malbateke welatparêz de bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan mezin bû û kedek di mamostetiya zimanê Kurdî de da.

Merasîm bi diruşmêna "şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA