Îsraîlê ragihand ku Xaça Sor cenazeyên 2 rehîneyan wergirtin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor cenazeyên 2 rehîneyên li Şerîda Xezayê wergirtin.

Îsraîlê ragihand ku Xaça Sor cenazeyên 2 rehîneyan wergirtin
30 cotmeh, 2025   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê vê êvarê diyar kir ku piştî ku Tevgera Hemasê niyeta xwe ya radestkirina cenazeyan nîşan da, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor cenazeyên 2 rehîneyan li Şerîda Xezayê wergirtîne.

Artêşa Îsraîlê û Shin Bet bi daxuyaniyeke hevbeş got, "Li gorî Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor wê 2 cenazeyên rehîneyan wergirtine û niha di rê de ne ku hêzên artêşê li hundirê Şerîda Xezayê wergirin."

(fr)