‘Jinên Sûriyeyê pira pêkanîna yekitiyê ne’

Jinên ku tev li Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, diyar kir ku xwedî roleke girîng in ji bo pêkanîna yekitiyê. Jinan da zanîn ku ev konferans peyamek bû ku gelê Sûriyeyê li dijî hewldanên fitne û parçekirinê yekgirtî ye.

‘Jinên Sûriyeyê pira pêkanîna yekitiyê ne’
10 tebax, 2025   03:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM – ZEYNEB ŞÊXO

8`ê Tebaxê Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê hate lidarxistin. Zêdetirî 400 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê bûn. Her wiha hejmareke mezin a jinên ji hemû pêkhateyên herêmê tev lê bûn.

Jinên tev li konferansê bûbûn, ji ajansa me re axivîn. Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Mizgîn Zêdan der barê rola jinan a pêkanîna yekitiyê de û nûnertiya wan di konferansê de got: “Piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan ji bo pêkanîna hevrêzî û yekitiyê roleke bingehîn û pêşeng girtine ser xwe. Tevlêbûna jinên Kurd di Konferansa Yekrêziya Kurdî de ye nîşana vê yekê de. Her wiha di konferansa yekhelwestiyê de jî rolek û nûnertiyeke mezin a jinan hebû.”

‘JINAN BI XEBATA XWE YA LEŞKERÎ Û SIVÎL XWE ÎSPAT KIRIYE’

Mizgîn Zêdan da zanîn ku jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xebata xwe ya di saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk de xwe îspat kiriye.

Berdevka Kombûya Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa jî der barê mijarê got: “Em wekî jinên Ereb tevlî Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, ev konferans îradeya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê jî diyar dike.”

YEKITIYA GEL LI DIJÎ HEWLDANÊN FITNE Û PARÇEKIRINÊ

Xûd El Îsa wiha dewam kir: "Wekî pêkhateyên Sûriyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, bi rêya vê konferansê peyamek ji hikumeta demkî û hemû gelê Sûriyeyê re dişînin ku em li dijî her hemû hewldanên fitne û parçekirinê yek helwest in. "

Xûd ev li axaftina xwe zêde kir: "Gelek alî hewl didin ku bi rêya fitneyê gelê Sûriyeyê têk bibin, ji ber vê yekê em dibêjin ku gelê me hişyar e, û divê em li hember vê şerê ku dixwazin li dijî me bikin zêdetir hişyar bin.”

‘DIVÊ JIN TEV LI NIVÎSANDINA DESTÛRÊ BIBIN’

Xûd El Îsa destnîşan kir ku wan bi rêya konferansê, daxwaz kir jin jî tev li nivîsandina destûra Sûriyeyê û nivîsandina bendên wê de bibin. Xûd diyar kir ku di çarçoveya Sûriyeyeke piralî û nenavendî de, doza mafên jinan dikin

Têkildarî mijarên ku jinan di konferansê de gotûbêj kirin, Xûd El Îsa got: "Di vê konferansê de, me gelek nêrîn pêşkêş kirin. Me êrişên li ser gelê me li peravê û Siwêdayê, bi taybetî kuştin, revandin û destdirêjiya li ser jinan bi tundî rexne kir.”

Parêzera bi navê Roşan Şêxo jî der barê mijarê axivî û got: "Jin beşek serke ya tevna neteweyî ne, û rola wan ne tenê tevlêbûn e, lê belê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên ji hemû pêkhate û mezheban, tev li biryardanê dibin, dixwazin civakek dadmend, wekhev û aşityane ava bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Rewşen Şêxo spasiya komîteyên amadekar ên Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku hemû pêkhate, mezheb û olên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn cem hev.

(k)

ANHA