Li Helebê ji ber ketina deriyê dibistanekê zarokek mir

Li bajarokê Dêr Hafir ê gundewarê rojhilatê Helebê deriyê hesin ê dibistanekê bi ser zarokekî de ket, bi wê re zarok jiyana xwe ji dest da.

Li Helebê ji ber ketina deriyê dibistanekê zarokek mir
16 sibat, 2026   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku deriyê dibistana Elî Selîm a bajarokê Dêr Hafirê yê gundewarê rojhilatê Helebê bi ser zarokê bi navê Xalid Mistefa Xalid El Selahî de ket, bi wê re zarok jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dema zarok li qada dibistanê bû, derî bi ser de ket, ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest da.

(fr)