Li Dêrazorê bombeyek teqiya; kesek hat kuştin, 3 jî birîndar bûn

Li bajarokê Şenan ê Dêrazorê 2 kesan li hev da, yek ji wan bombeyek avêt, di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê bombeyek teqiya; kesek hat kuştin, 3 jî birîndar bûn
16 sibat, 2026   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Şenan ê herêma Şiêtat ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê de 2 kesan li ser pereyan li hev da.

Yek ji wan bombeyek avêt cihê bûyerê, bi wê re kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Ev bûyer, digel berdewama tevliheviya ewlehiyê ya li herêmên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pêk tên.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka 2026ˊan ve 56 sûc çêbûne, di encamê de 62 kesan di nav de 46 mêr, 4 zarok û 12 jin, jiyana xwe ji dest daye.

(fr)