ˋCareke din senaryoya PDK’ê derew derketˊ

Berdevka Koma YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Sozan Mensur diyar kir ku Dadgeha Resafe carek din bêtawaniya wan kesên ku ji ber şewitandina bazara qeyserî ya Kerkûkê hatibûn girtin, ragihand. Sozan got: “Ew senaryoyek bû ji aliyê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hatibû çêkirin û ji raya giştî re jî diyar bû ku ne rast e.”

ˋCareke din senaryoya PDK’ê derew derketˊ
6 mijdar, 2024   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Resafe ya Bexdayê îro biryar da ku 3 kesên bi senaryoya PDK’ê û dewleta Tirk ku bi tometa destê wan di şewata bazarên Herêma Kurdistanê de hene û endamên PKK’ê ne, bên berdan. Bi vî awayî senaryoya PDK û dewleta Tirk vale derketibû.

Berdevka Koma YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Sozan Mensur der barê biryara dadgehê de ji medya YNK’ê re axivî û got: “Dadgeha Resafe ya Bexdayê bêtawaniya wan tometbarên ku bi şewitandina bazara qeyserî ya Kerkûkê hatibûn girtin, ragihand. Ji ber ku ti belgeyek li ser van tometbaran derneket.”