Dosyaya Îranê û siberoja Lubnanê mijarên sereke yên rojnameyan bû

Medyaya Erebî îro 2 mijarên sereke nirixandin, bandora Îranê li herêmê û îhtîmala ku Lubnan ji her lihevkirinek Amerîka-Îranî sûd werbigire da ku rola dewletê xurt bike.

Dosyaya Îranê û siberoja Lubnanê mijarên sereke yên rojnameyan bû
3 hezîran, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî baş kişand li ser dosyaya Îranê û bandorên wê, ligel pêşketinên Lubnanî û rola dewletê di qonaxa pêş de.

ÎRAN Û ROLA WÊ

Rojnameya El Xelîc behsa rola Îranê li herêmê kir û destnîşan kir ku her rolek herêmî an navneteweyî ji bo welatekê divê li ser hêza wê yên rastîn û tevgera siyaseta wê ya derve be.

Rojnameyê diyar kir ku rola navneteweyî ne tenê bi biryar û armancan ve sînordar e, lê di heman demê de bi cihê welatekî di pergala navneteweyî, polîtîkayên wê yên derve û asta bandora wê di hawîrdora wê ya herêmî û navneteweyî de ve girêdayî ye.

Rojnameyê da zanîn ku Îran, tevî ku hêzek herêmî ya sereke ye, hewl dide ku bandora xwe bi karanîna aliyê olî berfireh bike.

Rojnameyê nivîsî kir ku vegerandina baweriyê bi Îranê re hewce dike ku îran rêzgirtinê li  serweriya dewletan bike, destwerdana di karûbarên wan ên navxweyî de neke û li gorî prensîbên cîrantiya baş û qanûna navneteweyî tevbigere.

PEYMANA AMERÎKA-ÎRANÊ: DEMEK DÎROKÎ JI BO DEWLETA LUBNANÊ?

Malpera Asas Media li ser îhtîmala gihîştina lihevkirinek Amerîkî-Îranî ku dê agirbestek li Lubnanê jî di nav xwe de bigire, nivîsî û da zanîn ku her peymanek wiha dikare ji bo dewleta Lubnanê derfetek pêşkêş bike da ku rola xwe xurt bike û hebûna xwe wekî desthilatdariya siyasî û ewlehiyê ya yekane li welêt xurt bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku eger dewlet karibe agirbestê pêk bîne û rêberiya danûstandinan bike,  ev yek dê derfetek bide wê ku baweriya navxweyî û derveyî ji nû ve ava bike û êdî Lubnan nebe qada pevçûnên herêmî.

LUBNAN KENGÎ DÊ VEGERE ROLA XWE YA XWEZAYÎ?

Rojnameya El Şerq El Ewset jî li ser Lubnanê û siberoja wê nivîsî û pirsî ka rêze krîz û şerên ku bi dehsalan barê welat giran kirine kengê dê biqedin.

Rojnameyê diyar kir ku di tevahiya dîroka xwe ya nûjen de, Lubnan navendeke çandî û rewşenbîrî ya girîng li cîhana Erebî bûye û bi saya kesayetên xwe yên rewşenbîrî, edebî û siyasî beşdarî Ronesansa Erebî bûye. Lêbelê, cihê wê yê erdnîgarî û avahiya wê ya navxweyî ew kiriye qadeke vekirî ji bo pevçûnên herêmî û navneteweyî.

Rojnameyê diyar kir ku Lubnan heq dike ku statuya xwe wekî çirayek çand, raman û afirîneriyê ji nû ve bi dest bixe û siberoja xwe bi biryara gelê xwe, dûrî destwerdan û pevçûnên derveyî, binivîse.

(k)