Li gundewarên Humsê greva giştî

Şêniyên gundewarên Humsê li dijî qetilkirina 2 ciwanan û zêdebûna tundiyê, greva giştî da destpêkirin.

Li gundewarên Humsê greva giştî
10 mijdar, 2025   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li bajarokê Rebla yê nêzî bajarê El Qisêr ê başûrê rojavayê Humisê di encama êrişeke çekdarî de 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Nûçegihanê me jî herêmê ragihandinbû ku çekdarên nenas ku li motorsîklêtê bûn, gule li 3 kesan reşandin. Di encamê de 2 kes (Hisên El Yûsif û Fadî El Etrem) hatin kuştin û yê din jî birîndar bû.  Birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê tê gotin ku rewşa wî giran e.

Li dijî qetilkirina her du ciwanan û rewşa tevlihev duh banga greva giştî hatibû kirin.

Li ser vê bangê şêniyan îro dikanên xwe venekirin û dibistan jî nehatin vekirin. Şêniyan daxwaza parastinê kir.

Di dîmenên ku hatine parvekirin, dikan nehatin vekirin û tevger li kolanên bajar û gundan tune ye.

(bb)

ANHA