Li gundewarên Hemayê 5 kes hatin kuştin

Li gundekî bajarê Hemayê ku yê elewiyan e, çekdarên ku xwe wek girêdayî rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) daye nasîn, 5 kes kuştin ku yek ji wan zarok e.

Li gundewarên Hemayê 5 kes hatin kuştin
27 ÇILE, 2025   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çekdar ên ku got ew girêdayî rêveberiya HTŞ`ê ne, îro danê sibê bi ser gundê El Enzê yê li bakurê Hemayê de girt ku welatiyên ji mezheba elewî lê dijîn. Çekdaran 5 kes kuştin ku di nava wan de kesên bitemen û zarokekî 12 salî heye û hin kesên din jî birîndar bûn.

Ev kiryara sûc bû sedema hêrsa şêniyên herêmê, ji ber nebûna ewlehî û aramiyê. Şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kir ku bi lezgîn destwerdanê bikin û van kiryaran rawestînin û hesab ji kujeran bipirsin.

Li gelek herêmên Sûriyeyê rewşa ewlehiyê têk çûye û bûyerên kuştin û êrişên çekdarî tirs xistiye nava şêniyan.