Welatparêzek ku ji bo Rojava alîkarî komkirî hate xelatkirin

Piştî komkirin û gihandina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê, Waliyê Silêmaniyê xelata rêzgirtinê pêşkêşî Amanc Cemal kir ku nêzîkî 60 hezar dolar alîkarî kom kir û gihand Rojavayê Kurdistanê.

Welatparêzek ku ji bo Rojava alîkarî komkirî hate xelatkirin
27 ÇILE, 2025   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Ofîsa Walîtiya Silêmaniyê Waliyê parêzgeha Silêmaniyê Heval Ebûbekir, ji bo komkirin û gihandina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê xelata rêzgirtinê pêşkêşî Amanc Cemal kir.

Heval Ebûbekir piştî welatparêzê Kurd Amanc Cemal vexwend di daxuyaniyek a çapemeniyê de ragihand ku Amanc Cemal ne cara yekeme ku alîkarî ji bo birayên xwe yên Kurd kom dike, çi bi piştgirî û alîkariya xwe, an jî bi piştgiriya dost û xêrxwazên Brîtanya û Ewropayê alîkariyê gihandiye Rojavayê Kurdistanê.

Her wiha spasiya hewlên Amanc Cemal kir û piştevaniya xwe ji bo wî dubare kir.

Heval Ebûbekir ew wek balyozê piştevaniya Kurdan bi nav kir û got: “Amanc Cemal ne tenê li alîkariya Kurdan dinêre, di heman demê de alîkariya hemû civakan kir û ev cihê rêzdariyê ye. Ji bilî xebata ji bo Rojavayê Kurdistanê, navendeke otîzmê li Silêmaniyê ji bo 41 zarokên bi otîzmê vekiriye.

Bi xwe piştevaniya darayî ji bo mamoste û karmendên wê dabîn dike. Niyeta wî heye ku heman navendê li Germiyan û Kelarê veke.”

Waliyê Silêmaniyê diyar kir ku weke welatparêzek erka her kesî ye ku piştgirî bide Rojava û alîkariya wan bike.

Hêjayî gotinêye ku welatparêzê Başûrê Kurdistanê Amanc Cemal karî bi rêya hevalên xwe yên li derveyî welat 59 hezar û 500 dolar alîkarî kom bike û radestî Rojavayê Kurdistanê bike.