Ji bo komkirina alîkariyan kon li Eyn Îsayê hat vegirtin

Di çarçoveya keda Rêveberiya Xweser û saziyên wê ya ji bo destekdayîna koçberên Lubnanê de, li bajarê Eyn Îsayê konê komkirina alîkariyan hat vegirtin.

8 cotmeh, 2024   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hemleya Heyva Sor a Kurd a ji bo destekdayîna koçberên Lubnanê yên ku tên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Heyva Sor a Kurd konek li parka Jinan a navenda bajarê Eyn Îsayê ji bo wergirtina alîkariyan vegirt.

Endamê Heyva Sor Feysel El Îbrahîm diyar kir ku gelek konên din li gelek deverên herêmê hatin vegirtin da ku alîkarî ji koçberên ji Lubnanê, hem ên Lubnanî hem jî yên Sûriyeyî, werin komkirin.

Hat diyarkirin ku rojane ji saet 9'ê sibehê heta 4'ê êvarê heta 20 rojên din, alîkarî tên komkirin.

Berî vegirtina kon li Eyn Îsayê, kon li Amûdê, Til Temir, Til Birak, Qamişlo, Girkê Legê û Til Hemîs hatin vegirtin.

Girêdayî wê, Maseya Krîzê ya kantona Efrîn û Şehbayê 20 kon di kampa Serdem a bajarokê Ehdas amade kirin. Heta niha 600 koçberên ji Lubnanê gihîştine kantonê.

Hejmara koçberên ji Lubnanê yên ku gihîştina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî amarên dawîn ên Rêveberiya Xweser gihîştiye nêzî 19 hezar kes. Hejmar rojane zêdetir dibe.

(mh)

ANHA

EYN ÎSA

ŞEHBA